McGurk ziyareta Hewlêr û Bexdayê kir

Nûnerê Taybet ê DYA'yê yê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê Brett McGurk, serdana Hewlêr û Bexdayê kir.

Piştî serdana duh a li Hewlêrê McGurk berê xwe da Bexdayê. McGurk li Hewlêrê bi Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd barzanî û Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re rûnişt. Danê êvarê jî berê xwe da Bexdayê.

McGurk di hesabê xwe yê twîtterê de wêneyekî ji Bexdayê, ku dema roj diçû ava kişandî, parve kir. Li gorî agahiyan, McGruk wê li Bexdayê serdana Serokwezîr Haydar Ebadî û fermandariya hêzên koalîsyonê bike.