MAT: Gavên lezgîn li benda avêtinê ne

MAT: Gavên lezgîn li benda avêtinê ne

Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyê (MAT) da xuyakirin ku ew "pakêta demokrasiyê" weke bingeheke nîqaşê dinirxînin û destnîşan kir ku gavên lezgîn ên ji bo pêvajoya çareseriyê, li benda avêtinê ne. 

Berdevkê Demî yê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyê Hakan Tahmaz, bi civînekeçapemeniyê "pakêta demokrasiyê" nirxand.

Di civîna çapemeniyê ya li Salona Civînê ya Lokanta Cezayîrê de, ji akademîsyenan Levent Korkût û Ayşen Candaş amade bûn. 

'DI WARÊ DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ DE XWEDÎ HÊMANÊN GIRÎNG IN'

Tahmaz da xuyakirin ku "pakêta demokratîkbûyînê" di warê demokratîkbûyîna Tirkiyê de xwedî hêmanên girîng in û got, "Nedîtin an jî biçûk xistina van hêmanan, bi kêrî demokrasî û aştiyê nayê."

Tahmaz "erêniyên" pakêtê wiha rêz kir: "Rakirina sonda li dibistanên seretayî, rakirina qedexeya sergirtinê ya jinan li qadên dewletê, berfirehkirina çarçoveya alîkariya dewletê ya bi partiyên siyasî re, sererastkirina pergala hevserokatiyê, serbestiya propaganda di ziman û zaravayên cuda de, sererastkirina di mijara cihêkarî û tawanên nefretê de, di dibistanên taybet de naskirina mafê perwerdeya bi ziman û zaravayên cdua, guhertina navê Zanîngeha Nevşehîrê bi navê Zanîngeha Haci Bektaşî Velî, radestkirina erdê Perestgeha Mor Gabrîel, avakirina Enstîtuya Çand û Ziman a Roman, di warê demokratîkbûyînê de gavên girîng in."

YÊN DI PAKÊTÊ DE NÎNIN

Tahmaz diyar kir ku di pakêtê de behsa destûra bingehîn a nû, qanûna têkoşîna li dijî terorê, qanûna ceza ya tirk, pirsgirêka Elewiyan, dibistana Ruhban a Heybelîada, perwerdeya bi zimanê dayikê li saziyên dewletê, nehatiye kirin. 

Tahmaz bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û ji bo pêvajoya aştiyê de bi rêve biçe destnîşan kir ku divê AKP pirsgirêka têgihiştina pirsgirêka Kurd çareser bike û got, "Heta ku vê neke, çareseriyeke mayînde ne gengaz e. Ji bo beşdariya li Pêvajoyê, guherîn û veguherîna civakî divê rêbazeke bi beşdariyeke berfireh û zelal were şopandin."

'JI BO RÊVEÇÛNA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ HÊVIYEKE GELEKÎ BIÇÛK DA'

Tahmaz diyar kir ku pakêtê, ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriyê hêviyeke gelekî biçûk daye û destnîşan ki rku di vî warî de gelekî kêm maye û got, "Diviyabû bendewariya hat afirandin, kêm be jî bihata bersivandin û pakêtê diyalog û muzakere amade bikira. Bila kes gotina "bi kesî re muzakere nehatiye kirin" weke serketinekê bikar nîne. Ev gotin nîşaneya fêhitok û meşa di rêya şaş de ye. Ti aliyekî şaş ê muzakereyê nîne."

Berdevkê Demî yê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyê Hakan Tahmaz ragihand ku gavên lezgîn ên ji bo pêvajoyê li benda avêtinê ne û got, "Neguhertina TCK û TMK, ranekirina îhtiraza li Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê û ne avêtina gavek ji bo rêveçûna diyalog û hevdîtinan, pêvajoya aştiyê dixe xeteriyê."

BANGA LI HIKÛMET, PARTIYAN Û GEL

Tahmaz xwest, pakêt weke bingeheke nîqaşê bê dîtin û ev bang li hikûme û raya giştî kir:

"Ji bo pakêt li parlementê bi lihevkirineke mezin derkeve, di serî de AKP berpirsyarî dikeve ser milê her kesî.

Divê CHP û BDP'ê pêşniyarên demokratîkbûyînê yên pêşkêşî parlamentê bên kirin li ber çavan bigirin û di çarçoveya raporên Heyeta Mirovên Aqilmend, maf û huqûqa gerdûnî de çarçoveya wê berfireh bikin. Ji bo vê yekê jî divê bingehek bê afirandin ku mûxatabên pirsgirêkê, Heyeta Mirovên Aqilmend, sendîka, rêxistinên pişeyî, partiyên li derveyî parlamentê û rêxistinên civakî yên sivîl bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bibin."