Serokê Giştî yê AABF Huseyîn Mat diyar kir ku di dîroka Komara Tirkiyeyê de Elewî yekemcar bi nasnameya xwe ya saziyî tevlî hilbijartinan dibin û bang li Elewiyan kir ku di 7'ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê.
Serokê Giştî yê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Elmanyayê (AABF) Huseyîn Mat der barê tifaqa hilbijartinê ya bi HDP'ê re, polîtîkaya CHP'ê ya li hemberî Elewiyan û hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji ANF'ê re nirxand.
Mat da xuyakirin ku desteka wan ji bo HDP'ê ji bo hilbijartinê yan jî demkî nîne, tifaq û yekîtiyeke demdirêj e.
Mat sedema tifaqa xwe ya bi HDP'ê re bi vî rengî rave kir: "Em weke Elewiyên li Ewropayê, me di sala 1998'an de civateke giştî lidar xistin. Di vê civatê de Elewiyan li ser mijarên demokrasî, azadî, pîvana wekheviyê, meseleya Kurd, çep, sosyalîst û çîna karker de nêrîneke li têkoşîna hemû mafan destnîşan kir. Dema mirov li bername û utopya HDP'ê ya îro dinêrin, tê dîtin ku li bernameya me ya sala 1998'an tê. HDP'ê ji dema ava bûye û vir ve daxwaz û nêrînên me li bernameya xwe bicih kiriye. Ev yek, beriya tifaqê bû. Ji ber vê yekê, tifaqa me ya bi HDP a bi me re xwedî heman nêrînê ye, gelekî normal e.
Serokê Giştî yê AABF Huseyîn Mat diyar kir ku dema HDP ji bo yekîtî û tifaqê bi wan re axivî ev tişt ji wan re gotiye: "HDP'ê hat ji me re got; 'Derdê we çi ye, hûn dixwazin çi bêjin, werin li kursiya meclîsê bînin ziman. Ji bo vê yekê jî em ê li cihekî were hilbijartin namzetiyê bidin we. Werin pirsgirêkên xwe li meclîsê vebêjin.' Ya rast ji me Elewiyan re got, weke 'Elewî' werin. HDP'ê ev pêşniyar li me kir."
Mat anî ziman ku dûre jî CHP hat serdana wan û got, "CHP'ê ji me re got, 'krediyekê bidin me û xwedî li sindoqên li Ewropayê derkevin.' Ji me xwestin em bibin bekçiyê sindoqan. Me ev yek weke bêhurmetiyek li saziyeke mîna AABF'ê dîtin. CHP ku ev 90 sal in bersiva ti krediya Elewiyan nedaye. CHP bi bêhurmetî nêzî me û tevahiya Elewiyan bû. Me pêşniyara her du partiyan ji rêxistina xwe re ragihand. Dûre bi serok û rêveberên komele û mala cem a li Frankfurtê re me civîn lidar xist. Di encma nîqaşan de bi rêjeyeke ji sedî 99'an biryar hat dayîn ku bi HDP'ê re tifaq were kirin. Me jî ev yek ji HDP'ê re ragihand û daxwaz û bendewariyan pêşkêşî Selahattîn Demîrtaş kirin. Ev daxwazên me hatin qebûlkirin û me li hev kirin."
Mat da zanîn ku krediya CHP'ê di nava Elewiyan de kêm dibe û got, "Heta niha ji ber CHP bê alternatîf bû, mirovan dengê xwe dida wê."
Mat ragihand ku heta niha bi nasnameya Elewî kes li Meclîsê ne axivî û got, "Kesî heta niha negoti 'Ez ê bibim parlamenter û daxwazên Elewiyan bînim ziman', bi vî rengî kes neçû meclîsê. Ji ber vê yekê em dixwazin êdî li wê meclîsê li ser navê xwe biaxivin. Bila êdî hin kes li ser navê me neaxivin. Di nava Elewiyan de jî di nava Kurdan de hin derdor hene dengê xwe didin AKP û CHP'ê. Komarê îdeolojiya xwe ya fermî di nava civakê de belav kiriye. Elewî jî Kurd jî mixabin ketine rewşeke 'aşiqê kujerê xwe'. Dêrsim, Mereş, Çorûm di demeke ku CHP û Sêwas jî di demeke ku SHP hevparê hikûmetê bû de qewimîn. Eger îro hînê ev çareser nebûne, di vir de berpirsyariya vê partiyê heye."
Mat anî ziman ku Elewî yekemcar bi nasnameya xwe ya saziyî tevlî hilbijartinan dibin û got, "Namzetê Tevgera Elewiyan a Ewropayê Tûrgût Oker bi navê xwe naçe. Weke temsîlkarê saziyekê diçe. Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal bi navê xwe naçe. Tifaqa bi HDP'ê re di vê çarçoveyê de ye."