Malpera Rojnameya Rojeva Medya hate astengkirin
Malpera Rojnameya Rojeva Medya, ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yekane rojnameya rojane ya Kurdî ye, hêj salek xwe tijî nekir, hate astengkirin.

Malpera rojevamedya.com ji hêla Saziya Ragihandin û Zanistên Teknolojiyê li gorî qanûna hejmar 5651’an bi daxwaza tedbira îdarî hate girtin.
Biryara girtinê ku beriya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî hate dayîn, di nava raya giştî de rê li ber gumanê vekir.
Hikumeta AKP’ê ku bi Biryara di Hikmê Qanûnê de rojnameya Azadiya Welat girt, vê carê jî malpera Rojnameya Rojeva Medya kir hedefa xwe û malpera wê rojevamedya.com girt.