Malbatên Sirûcê ji bo girtiyan kart şandin

Însiyatîfa Malbatên Sirûcê li Stenbûlê ji bo gazî û parêzerên hatine girtin karta piştevaniyê şandin.

Çalakiya di bin dorpêça polîsan de hatî lidarxistin, li ser hev dirûşmeyên, “Ji bo Sirûcê edalet, ji bo her kesî edalet” hatin berzkirin.

Li ser navê Însiyatîfa Malbatên Sirûcê Emrah Topaloglû axivî. Topaloglû bi bîr xist ku di qetlîama berî 5 salan li Sirûcê hatî pêkanîn de, 33 rêwiyên hêviyê jiyana xwe ji dest da

‘KUJER Û HEVKARÊN WAN DESTÊN XWE DIHEJÎNIN Û DIGERIN!’

Topaloglû da diyarkirin ku kesên qetlîam kirîn nayên girtin, li cihê wan gaziyên Sirûcê, malbat û parêzer tên girtin û got, “Kujer û hevkarên wan destên xwe dihejînin û digerin.”

Topaloglû da diyarkirin ku wê ji bo edaletê têkoşîn berdewam bike, bang kir ku tevlî bîranîna 20’ê Tîrmehê li ber Operaya Sureyya bibin.

Piştî daxuyaniyê ji bo malbatên Sirûcê, parêzerên wan û gaziyên wan karta piştevaniyê ji Tahsîn Barûtçû, Kubra Barûtçû, Besra Erol, Efe Çatalbaş, Merve Nur Îşleyicî û Sevda Çelîk Ozbilgînê şandin.