Malbatên Roboskî dê 27’ê Mijdarê li Enqereyê bin

Malbatên Roboskî dê 27’ê Mijdarê li Enqereyê bin

16'emîn Kongreya ÎHD’ê ya 2 rojan bidome destpê kir. Akin Bîrdal di kongreyê de ji serokatiya dîwanê re hate hilbijartin û diyar kir ku ÎHD li ser xerabeyên darbeya leşkeri ya 12'ê Îlona 1980'an hate avakirin.

16'emîn Kongreya ÎHD'ê li Sahneya Yilmaz Guney ya Şaredariya Çankayayê destpê kir. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, rêveber û delegeyên ÎHD'ê, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Nîhat Matkap, Parlementerê BDP'ê yê berê Akin Bîrdal, Alîkara Hevserokên Giştî yên BDP'ê Yuksel Mutlu, Endamê Meclîsa BDP'ê Ferhat Encu, Parlementerê BDP'ê Murat Bozlak, Rojnameger-Nivîskar Ayhan Bîlgen, Bavê Şerzan Kurt yê ku bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da Omer Kurt, Sekreterê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Îmam Canpolat, Serokê Giştî yê PSAKD'ê Kemal Bulbul, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Alîkarê Serokê Giştî yê FIDH'ê Yusuf Alataş û gelek kesên din tevlî kongreyê bûn.

Di salonê de pankratên “Em li hemberî mirinan bêdeng namînin bila girtiyên nexweş serbest berdin", “Em şer naxwazin hûn", "Ya li Roboskiyê hate qetilkirin mirovahiye, Me Roboski ji bîrnekir û em jibîrnakin", "Bijî biratiya gelan", "Li vî welatî aqubeta hezaran kesan nayê zanîn", "Em bi paşeroja xwe re rû bi rû bên", "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin", “Ji bo cîhanek bê şer û mirin, werin em aştiyek bi rûmet avakin”, “Ziman hebûna mirovahiyê ye, bi qeyd û zincîra nayê girêdan” û “Tecrit sucê mirovahiyê ye ji tecrîdê re na!” hatin daliqandin.

Kongeryê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re hilbijartina dîwanê pêk hat. Ji serokatiya dîwanê re Akin Bîrdal hate hilbijartin. Piştî hilbijartina dîwanê belgefîlîma têkildarî komkujiya Roboskiyê de hate pêşandan.

MALBATÊN ROBOSKIYÊ TÊN ENQERE

Piştî pêşandana Serokê Dîwanê Akin Bîrdal axivî û diyar kir ku ÎHD li ser xerabeyên darbeya 1980'an hate avakirin û wiha got: “Piştî komkujiya Roboskiyê mirovan ken jî bîrkir. Kiryar diyarin lê kiryar nayên dîtin. Heta niha tu lêborîn ji wan nehatin xwestin. Dê roja sêşemiyê bên vir û bi Serokomar, AKP, BDP, MHP û CHP'ê re hevdîtinan bikin."

Endamê Meclîsa BDP'ê Ferhat Encu jî axivî û wiha got: "Li Roboskiyê binpêkirina mafê mirovan a mezin pêk hat. Her tim me têkoşîna vê yekê da. Dema me têkoşîna dadê dida em rastî hemû zordariyên pergalê hatin. Piştî hemû binçavkirinan bêtir em bi doza xwe ve hatin girêdan. Tenê ji bo Roboskiyê na li tu derên din komkujiyên wisa pêk neyên me têkoşîn da."

Kongre bi axaftinan berdewam dike.