Malbatên Roboskî careke din serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan

Malbatên Roboskî têkildarî komkujiya ku artêşa Tirk kir careke din serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.

Malbatên Roboskî têkildarî qetilkirina 34 sivîlan ku bi bombardûmana balafirên şer ên artêşa Tirk hatin qetilkirin, careke din serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Encu û parêzerê malbatên Roboskî Kerem Altiparmak piştî serlêdanê li ber Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyanî dan.

Ferhat Encu wiha got: "Bi balafirên şer ên Tirk bombe li mirovên sivîl hatin barandin ku li sînorê Roboskî ji bo debara jiyana xwe bi cîranên xwe re bazirganî dikirin. Ji wê rojê ve em parêzvan, siyasetmedarên mafê malbatên Roboskî diparêzin, dixwazin ku yên fermana komkujiya Roboskî dane bên eşkerekirin, li pêşiya hiqûqê hesab bidin. Bi navê malbatên Roboskî em daxwaza edaletê dikin. Lê mixabin ji wê rojê ve kesekî bi tenê jî ji wezîfeyê nehate girtin, nehate darizandin, nehate lêpirsîn. Doz li me malbatên Roboskî hate vekirin, hatin binçavkirin û girtin. Dosyayên li ser 34 mirovên hatin qetilkirin bêşopandin hatin hiştin, lê belê malbatên Roboskî yên ku ji bo edaletê têdikoşin hîn jî tên darizandin. Dayikên ku ewladên wan hatin kuştin, têne darizandin.

Dadgeriya li hemberî me siyasî bûye. Lewma me dosya destpêkê bir ber destê dozgeriya Qilabanê. Bi biryara bêerk û bêwezîfeyê dosya radestî dozgeriya Erkdariya Taybet a Amedê kirin. Pİştre jî bi biryara bêerktiyê birin dozgeriya leşkerî. Bi biryara neşopandinê re me ev dosya birin ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn. Bi bahaneyên pûç Dadgeha Destûra Bingehîn ev dosya red kir. Piştre jî me bir ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, li wir jî bi hinceta ku rêyên hiqûqa navxweyî nehatine qedandin dosya me red kirin. Bi hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê û pê ve piştî ku delîlên nû hatin peydakirin me careke din serî li dozgeriyê dan. Lê belê bi biryara bêşopandinê bi encam bû. Îro jî em ji nû ve serî li Dadgeha Destûra Bingehîn didin. Em dibînin ku mekanîzmaya dadgeriyê ya li vî welatî li gorî edaletê tevnagere. Ji bo wan hiqûqa serdestan beriya her tiştî tê."