Malbatên girtiyên li Îmraliyê çûn serdana ÎHD, TÎHV û OHD’ê
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yê girtiyên din piştî ku li meclîsê bi HDP’ê re rûniştin çûn serdana ÎHD, TÎHV û OHD’ê.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yê girtiyên din piştî ku li meclîsê bi HDP’ê re rûniştin çûn serdana ÎHD, TÎHV û OHD’ê.
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş piştî ku li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin û ÎHD, TÎHV û OHD’ê.
Di serdanê de Omer Ocalan got “Serlêdana ku çar saziyên mafên mirovan li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirine, ji bo me gelekî girîng e. Gel binpêkirinên mafên li Îmraliyê ji nêz ve dişopîne. Lê rewşeke bêmuxatabiyê heye. Li hemberî me tu mûxatab tue. Em malbat dixwazin mafên xwe yên qanûnî pêk bînin.”
Serokê TÎHV’ê Metîn Bakkalci diyar kir tu hinceta îzolasyona li Îmraliyê tune û got “Tu zextên dîsîplîê li pêşiya hevdîtina bi malbatê divê nebe asteng. Divê ev problem were çareserkirin.”
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî got “Ne mumkun e ku mirov îzolasyona li girtîgeha Îmraliyê fêm bike. Em serlêdanên xwe dişopînin. Van rojan wê Komîteya Wezîran biryara ji bo serlêdana me bide. Malbat di nav fikaran de ne. Ev problema hemû kesên li Tirkiyeyê ne, divê dengê xwe li hemberî vê îzolasyonê derxînin.”
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker jî bersiva serlêdanên parêzeran nayê dayîn û got “Bi vî awayî zemîna bêhiqûqtiyê tê avakirin. Wê xebatên me yên di warê hiqûqî de bidome. Ji bo ku ev bêhiqûqtî bi dawî bibe, em ê hewldanên xwe bidomînin.”