Malbatên berxwedêran: Em bi we serbilind in

Malbatên Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl ên li Berlînê di greva birçîbûnê de ne, bi rengekî komî serdana wan kirin. Malbatan ji çalakgeran re gotin, "Em bi we serbilind in."

Greva birçîbûnê ya li Berlînê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, didome. Serdanên ji bo berxwedêran; Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl zêde dibin.

Doh jî malbatên her çar berxwedêran serdana wan kirin. Malbatan bi rengekî komî serdana berxwedêran kirin û ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kirin.

Malbatên Tûzak, Xelîl, Kobanê û Bagdûr bi çalakgeran re sohbet kirin û piştre bang li gelê Kurdistanê, alîgirên mafên mirovan û demokrasiyê kirin ku xwedî li berxwedanê derkevin. Malbatan diyar kirin, her çar aktîvîst bi biryardarî çalakiya xwe didomînin û gotin, "Ji ber vê sekna we em bi we serbilind in."

BAGDÛR: BANGA MIN BI TAYBETÎ LI DAYIKAN E

Omer Bagdûr bi navê çalakgeran her kes silav kir û ji ber serdanê spasiya xwe anî ziman. Bagdûr bi taybetî bang li dayikên Kurdistanî kir û got, "Divê her dayik li girtiyan bifikire û wiha bifikire: dibe ku rojekê zarokê min bikeve zindanê û tecrîdeke bi vî rengî giran lê bê ferzkirin."

Bagdûr destnîşan kir, divê berxwedana bi pêşengiya dayikan tê kirin were mezinkirin û got, "Ji her demê bêhtir em ji serketinê bawer dikin, ji ber ku em têkoşîneke mafdar dimeşînin û heta dawiyê em ê vê têkoşîna xwe bidomînin." Piştre Şiyar Xelîl axivî û got, "Berdêla xwe çi dibe bila bibe, heta ku em agahiyê ji Rêber Apo wernegirin em ê ti carî dest ji çalakiya xwe bernedin. Bila kes ji vê gumanê neke."

Tevî spazma dil, verişîn û bêhnçikandinê jî her çar çalakger tedawiya tibî qebûl nakin. Mele Mûstafa Tûzak 113 roj, Şiyar Xelîl 100 roj, Cemal Kobanê  û Omer Bagdûr jî 97 roj in di greva birçîbûnê de ne.