Malbatê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girava Îmraliyê ji bo hevdîtinê pêk bînin cara 82’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Bira û xuşka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Hamilî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xuşka Veysel Aktaş Sabîha Aktşa jî bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan.

Ji 11’ê Îlona 2016’an û vir ve ev bû cara 82ân ji bo hevdîtinê malbata serî li dozgeriyê didin, her carê serlêdana wan bi hincetên cuda  tên astengkirin.

SERLÊDANA PARÊZERAN JÎ HATE REDKIRIN 

Li aliyê din serlêdana parêzereran jî mîna ya malbatan hate redkirin. Parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç, Cengîz Yureklî û Muharrem Şahîn ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê belê dozgeriyê serlêdana parêzeran jî red kir.

Heta niha parêzeran 767 caran serî li serdozgeriyê daye, lê hemû serlêdanên wan hatin redkirin. 

Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an be 767 caran serî li serdozgeriyê dane, lê hemû serlêdanên wan bi hinceta "rewşa hewayê nebaş e", "koster xerabe ye" û "Rewşa Awarte" hatin redkirin.