Malbatan ji bo girtiyên Gezî azadî xwestin

Malbatan ji bo girtiyên Gezî azadî xwestin

Platforma Malbatên Girtî yên Gezî, ji bo girtiyên di berxwedana Parka Gezî de hatin girtin serbest bên berdan, dîsa di hefteya 21'an de li ber dibistana Amadeyî ya Galatasarayê kom bûn û azadî ji girtiyan re xwest.

Platforma Malbatên Girtî yên Gezî, di hefteya 21'an de dîsa li ber dibistan Amadeyî ya Galatasarayê kom bûn û ji bo girtiyên Gezî azadî xwestin. Endamên Platformê û xizmên girtiyên gezî li ber amadeyiya Galatasarayê kom bûn û xwestin girtiyên di berxwedana Parka Geziyê de hatin girtin serbest bên berdan.

Malbatan di çalakiyê de pankarta "Şehîd û girtiyên Gezî rûmeta me ne" û "Ji girtiyên Gezî re azadî" û "Bila qatil bên darizandin, şehîdên Gezî rûmeta me ne" vekirin û siloganên "Di ber xwe bide Berkin em bi te re ne" qîr kirin. Girseyê ji bo biranîna Seyîd Riza piştgirî da koma ku li ber qada Galatasarayê kom bûn û piştre daxuyanî dan çapemeniyê Di çalakiyê de destpêkê Bavê girtiyê Geziyê Hasan Tunç Haydar Tunç, xwest kesên li Îzmir û Enqereyê ji bo berxwedana Gezî hatin girtin bên berdan û wiha got: "Zarokên me 5 mehin girtî ne. Lê hêj îdîanameya wan nehatiye amadekirin.

Piştre nameya girtiyê Gezî Murat Sezgin ku li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê girtiye, hat xwendin.