Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ku 40 meh in agahî ji wan nayê wergirtin, malbatan serlêdana hevdîtinê kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê tecrîdkirî ye, 40 meh in agahî jê nayê wergirtin. Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo karibin Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş bi heman rengî ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.