Malbata Şenyaşar: Têkoşîna dadê li gel astengiyan jî didome

Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal got, “Ligel hemû astengiyan jî, têkoşîna me ya maf, hiqûq û edaletê geş dibe.''

 Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di 9’ê Adarê de dest pê kiribûn, di roja 201'ê de dewam dike. Malbata Şenyaşar, ji ber ku Edliyeya Rihayê di dawiya hefteyê de girtiye, îro li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe dewam kir.
 
Malbatê li ser hesabên xwe yên medya dijîtal, wêneyên daxuyaniya 200 parêzerên li ser banga Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê beşdarî çalakiya 200 rojê ya malbatê bûn, parve kir û ev peyam da: “Ligel hemû astengiyan jî, têkoşîna me ya maf, hiqûq û edaletê mezin dibe.”