Malbata Şenyaşar rojiyê jî wê li ber xwe dide

Berxwedana malbata Şenyaşar a li ber avahiya Edliyeya Rihayê meha rojiyê jî wê bidome. Malbat wê fitara xwe di nobeta berxwedanê de bike, malbatê banga piştevaniyê kir.

Nobeta malbata Şenyaşar a li ber avahiya Edliyaya Rihayê di roja 36'an de didome.

Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurê wê ji hêla AKP'yiyan ve hatibûne qetilkirin, li gel kurê xwe Ferît ev 36 roj in ji bo ku wekîlê AKP'yê yê kujer Ibrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî werin darizandin ev 36 roj in çalakiya nobetê digirin.

Malbata Şenyaşar serê sibehê hate ber avahiya edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kir û ragihand ku rojiyê jî ew ê li ber xwe bidin.

Ferît Şenyaşar got, ''Heke darizandinek dadmend bibûya wê birayê min ê girtî bihata berdan. Malbata min tertûbelav bûye. Cezayekî giran dane birayê min û wî li odeyeke yek kesî dihêlin. Em nikarin biçin malê. Em ê rojiya xwe li vir bibihurînin. Em ê fitara xwe li vir bikin. Heta 23 kesên ku dozger gotî neyên girtin em ê ji vir neçin.''

Şenyaşar got xizmên Yildiz ê AKP'yî ku li nexweşxanê êrîş birin ser wan li Şaredariya Pirsûsê û saziyên fermî kirine kar û got, ''Kesê ku behsa wan dikim niha di saziyên dewletê de dixebitin. Birayê min kesek nekuştiye. Raporên kesên zane jî vê diçespînin.''

Malbatê bang kir ku her kes piştevaniya wan bike.