Malbata parêzer Tîmtîkê banga hevgirtinê kir

Malbata parêzer Ebrû Tîmtîk ya ku 153 roj in ji bo ‘darizandina adilane’ ketiye rojiya mirinê, banga hevgirtinê kir.

Di doza parêzerên endamên ÇHD’ê û OHD’ê de 159 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal hatibû birîn. Tîmtîk û Unsal ji bo ‘darizandina adilane’ li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin. Parêzerên girtî di 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran de greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê. Tîmtîk 153 û Unsal jî 122 roj in di rojiya mirinê de ne.

Malbata Tîmtîk diyar kir ku Ebrû Tîmtîk bûye 42 kîlo û tendirustiya wê xerab dibe. Malbata wê diyar kir ku Tîmtîk ji bo ‘darizandina adilane’ li benda hevgirtin û piştgiriyê ye û xwest bila tu kes bêdeng nemîne. Malbatê bal kişand ser vî tiştî ku ‘Daxwaza darizandina adilane divê ne mirin be.’