Malbat li ber deriyên girtîgehanin

Malbat li ber deriyên girtîgehanin

Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li girtiyan kir û xwest dawî li greva birçîbûnê bînin, girtiyan di roja 68'an de dawî li çalakiyan anîn û dermankirin qebû kirin. Li aliyekî girtiyên ku diçin nexweşxaneyan rastî astengiyên li kelepçe tên, li aliyê din rawestîna malbatan ya li ber nexweşxaneyan berdewam dikin.

Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya "Bila dawî li çalakiyê bînin. Çalakî gihiştiye armanca xwe" girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê di roja 68'an de dawî li çalakiya xwe anîn. Piştî girtiyan dawî li grevê anîn, dermankirina girtiyan destpê kir. Lê dema dermankirinê destpêkirin li gelek girtîgehan astengî derket û xwestin girtiyan dîsa bi kelepçeyan derman bikin. Rawestîna malbatan ya li ber nexweşxaneyan jî berdewam dike.

Bavê Jiyan Polat yê di 15'ê Cotmehê de li Girtîgeha Jinan ya Kadikoyê dest bi greva biçîbûnê kiribû Ebubekir Polat anî ziman ku, ji ber li girtîgehan mirin çênebû û bê mirin grev bi dawî bû hemû dayîk û bav kêfxweş kirine. Polat anî ziman ku, hemû kesên dibêjin em mirovan li hemberî vê gavê kêfxweş bûn û wiha got: "Bi rastî jî pêdiviya wî welatî ji aştiyê heye. Gelo ger ku aştî bê vî welatî dê kî zirarê bibîne. Ger ku aştî bê dê aramî û demokrasî jî pêş bikeve. Çima ciwan bên kuştin û bimirin? Bila aştî pêş bikeve."

'BILA ÊDÎ CÎRAN NEBIN DIJMINÊN HEV'

Dayîka Feremez Erkan ya li Girtîgeha Tîpa L ya Sîlîvri girtiye Nafiye Erkan jî anî ziman ku, ew nizanin tenduristiya keça wan çawa ye û wiha got: "Zarokên me nîşanî me nadin. Em naxwazin şer kuştin hebe û em naxwazin xwîn bê rijandin. Em naxwazin zarokên me bên kuştin û cîran bibin dijminê cîran. Her kes aştiyê dixwaze." Dayîka Gulbahar Aksoy Erdehan Aksoy jî ani ziman ku, keça wê jî di greva birçbinûnê de bû wiha got: "Em nizanin ku zarokên me çawa û li ku tên darizandin. Min 20 sal berê hevjînê xwe winda kir. Niha jî ez êşa zarokên xwe dikişînim."

'KURD DÊ HETA DAWÎ LI PIŞT RÊBERÊ XWE BIN'

Dayîka Evî Sarihan Ayşe Sarian jî anî ziman ku,keça wê 2 salin girti ye û wiha got: "Ez derbarê tenduristiya keça xwe de nikarim agahiyan bistînim. Ez li ber zarokên me yên bedena xwe dan ber mirinê bejna xwe ditewînim. Ez berxwedana wan siav dikim. Heta ku em sax bin em dê li pey doza zarokên xwe bin. Em dixwazin em jî wekî welatiyên Tirkiyeyê bên dîtin û xwedî maf bin. Em dixwazin êrîşî mafên me nekin û mafên me bên parastin. Sarihan destnîşan kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her tiştê wane û dê ji bo wî her tiştî bikin.

Dayîka Hanim Çelik Emine Çelik jî ew kêfxeşin ku bê qeza û bela çalakî bi dawî bû û wiha got: "Hemû girtî zarokên me ne. Em têkoşîna wan silav dikin. Divê her kes vê êşê bibîne. Em her tim aştiyê dixwazin. Lê niha destûr nadin ku em li vir zarokên xwe bibînin. Em li vir silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin."

'EM DIXWAZIN ZAROKÊN ME Û RÊBERÊ ME AZAD BIBE'

Dayîka Belgin Karaboga Sulfunaz Karaboga û bavê Azad Metin Tavdin Metin, jî xwestin berî her tiştî zarokên wan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibin û dawî li van alozî û kuştinan bê.Malbatan helwesta hikûmeta AKP'ê jî şermezar kir û xwest hikûmeta AKP'ê êdî dest bi diyalog û muzakereyan bikin û zarokên wan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.