Malbat bi Ocalan re civiya

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê bi malbatan re civiyan.

Buroya Hiqûqê ya Asrin li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û wiha got; “Muwekîlê me Rêzdar Abdullah Ocalan, Rêzdar Omer Hayrî Konar, Rêzdar Hamîllî Yildirim û Rêzdar Veysî Aktaş yên li girava Îmraliyê îro di çarçoveya hevdîtinê de bi malbatê re hevdîtin pêk anîn.”

Agahiyên berfireh nehatin parvekirin.

Herî dawî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin ragihandibû ku 7’ê Tebaxê bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin kiribûn.

Birêz Ocalan gotibû: 'Ez hewl didim qadekê ji Kurdan re biafirînim, werin em pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ez dibêjim; di nava hefteyekê de dikarim rewş û îhtimala şer ji holê rakim. Ez dikarim çareser bikim, ev ji min tê û ez ji xwe bawerim, ji çareseriyê re jî amade me. Lê belê dewlet jî, aqlê dewletê jî divê ya pêwîst bike.'