MAK’ê li Sêrtê Ulku Ocaklari hedef girt

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku wan li Sêrtê bi bombeyên dest û molotafan Ulku Ocaklari ku avahiya sûc a paramîlîter a girêdayî dewleta Tirk e, hedef girt.

LI SÊRTÊ ÇALAKÎ

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) di daxuyaniya nivîskî ya dayî de, wiha got: “6’ê Nîsanê şeva Şemiyê di derdora saet 22.30’an de, hêzên MAK’ê bi bombeyên dest û molotofan êrîşî Ulku Ocaklari ya li Taxa Merkez Bahçelîevler/Sêrt, kir.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin: “Polîsên taybet ên êşkencekar bi wesayîtên xwe yên zirxî li ber ulku ocagi ku yek ji navendên faşîzm û şerê taybet e, bi cih bûbûn. Dema polîsên êşkencekar milîsên MAK’ê ferq kirin, banga ‘raweste’ kirin. Lê milîsên MAK’ê guh nedan banga ‘raweste’ û bi rengekî serketî lê xist.

Di dema êrîşê de wesayîta bi plaqa 56 MP 630 a ayîdê ulku ocaklari şewitî û navenda faşîstan zirar dît.”