MŞD: Agirê Newrozê wê ji faşîzmê re bibe agirê dojehê

MŞD'ê Newroz pîroz kir û diyar kir, agirê Newrozê wê li Efrînê ji çeteyan û faşîzmê re bibe agirê dojehê.

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) bi wesîleya Newrozê daxuyaniye da û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelên Kurdistanê û civaka Êzidî pîroz kir.

Di daxuyaniya MŞD'ê de hate bibîrxistin ku sala 2018'an ji bo gelê Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê bi têkoşîneke mezin dest pê kiriye û hate ragihandin, Kurd li Rojhilata Navîn bûne aktorê sêyemîn.

MŞD'ê diyar kir, faşîzma AKP-MHP'ê ya ku nekarî xwe li vê yekê rabigire bi rengekî hovane êrîşî Efrînê kir û bi sedan sivîl kuşt û bombe li cih û warê Êzidiyan barand.

MŞD'ê destnîşan kir ku aştî û demokrasiya gelê Kurd wê dawî li faşîzma AKP-MHP'ê bîne û got, "Agirê Newrozê, serhildana Kawayê Hesinkar wê li Efrînê bibe agirê dojehê ji çeteyên DAÎŞ'ê û faşîzma AKP-MHP'ê re."