MŞD'ê kongreya xwe ya 2. lidar xist
Meclîsa Şengalê ya li Dîasporayê (MŞD) kongreya xwe ya 2. li bajarê Wesel ê Elmanyayê pêk anî.
Meclîsa Şengalê ya li Dîasporayê (MŞD) kongreya xwe ya 2. li bajarê Wesel ê Elmanyayê pêk anî.
Piştî hilbijartina dîwanê, rapora maliye û xebatê hate xwendin. Dûre Serokê berê yê MŞD'ê Fîkret Îgrek, pêvajoya siyasî, fermana 3'ê Tebaxê ya li Şengalê û hevkariya AKP û PDK'ê ya li dijî Şengal û Rojavayê Kurdistanê nirxand.
Delegeyên kongreyê jî xebatên xwe yên dema bihurî bi berfirehî nirxandin.
Di dawiya kongreyê de 15 kes ji bo rêveberiya MŞD'ê hatin hilbijartin. Neham Mejdîn û Fîkret Îgrek jî bûn Hevserokên Meclîsa Şengalê ya li Dîasporayê.
Encamên kongreyê jî bi 9 xalan hatin destnîşankirin.
Li gorî encamnameya kongreyê, MŞD wê karê xwe yê dema pêş li ser van 9 xalan bimeşîne:
1- Ji bo statuya Xweseriya Şengalê li ser esasê biryara Parlamenta Ewropayê bikeve meriyetê, wê hewl bê dayîn.
2- Kar bê kirin ji bo Fermana 3'ê Tebaxa 2014'an weke Qirkirinê bê qebûlkirin û 3'ê Tebaxê li Cîhanê weke Roja Şînê bê qebûlkirin.
3- Ji bo xelekek parastina Şengalê û Deşta Nînova ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve were destnîşankirin, kar bê kirin.
4- Hewl were dayîn ku YJŞ û YBŞ weke hêzên parastina Êzîdxanê li Deşta Nînovayê bên qebûlkirin.
5- Kar bê kirin, ku berpirsyar û kesên tiliya wan di fermanê de hene li Dadgeha Laheyê werin darizandin.
6- Ji bo penaber û koçberên Êzidî li cih û warên xwe vegerin, hewl bê dayîn ku Şengal bê avakirin.
7- Ji bo rizgarkirina keç û zarokên Êzidî yên di destê DAIŞ'ê ya hov de ne, perspektîf werin afirandin.
8- Xwedî li YJŞ û YBŞ'ê bê derketin.
9- MŞD wê li hemû welatên ku Şengalî lê dijîn, komîsyon û komîteyan ava bike.