Lîstikvan Surer xelata xwe diyarî Dayîkên Şemiyê kir

Lîstikvan Nûr Surer di Festîvala Fîlman a Frankfûrtê de “Xelata Rûmetê” wergirt û xelata xwe diyarî Dayîkên Şemiyê kir.

Lîstikvan Nûr Surer a ku di Festîvala Fîlman a Frankfûrtê de hêjayî “Xelata Rûmetê” hate dîtin, xelata xwe diyarî Dayîkên Şemiyê kir. Hevdîtîna ku li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) hat kirin, gelek xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan tevlî bûn.

Xizmên windayan Masîde Ocak bi bîr xist ku Nûr Surer bi salan e li Qada Galatasarayê piştgiriyê dide çalakiya Dayikên Şemiyê.

Nûr Surer di destpêka axaftina xwe de malbatên ku bêyî ku aqûbeta zarokên xwe hîn bibin jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Rexmê ku qet windayên min tuneye, min her tim xwe li gel dayîkan dît, dilê min bi wan re lê da. Ez bawer im ku em ê di demek kurt de vegerin Qada Galatasarayê û heta ku hemû winda bê dîtin, têkoşîna me dewam bike.” Piştre jî Surer, xelata xwe diyarî yek ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosûn kir a ku hevjînê wê Fehmî Tosûn di dema destgîrkirinê de hatibû windakirin. Di dema dayîna xelatê de beşdaran demeke dirêj li çepikan dan.

Hanim Tosûn jî wiha got: “Ez vê xelatê li ser navê hemû dayîkan werdigirim. Bi taybet jî diyarî dayika Emîne dikim. Heta aqûbeta hemû windayan were eşkerekirin, em ê hesab bipirsin.”

Birayê Cemîl Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir got: “Nûr Surer li hemberî zilma zaliman, piştgirî da me. Li welat û derveyî welat bû dengê me.”