Lîreyê Tirk çem û çem diçe
Dolar û Euro rekor şikandin. Lîreyê Tirk jî roj bi roj bê qîmet dibe.
Dolar û Euro rekor şikandin. Lîreyê Tirk jî roj bi roj bê qîmet dibe.
Piştî ku DYA 50 milyar Dolar baca gumrukê danî ser malên Çînê, qîmetê dolar zêde bû. Piştî ku Banka Navendî ya DYA (FED) faîz zêde kir, Dolar û Euro bandoreke neyînî li lîreyê Tirk kir. Dolar duh bi şev li pêşberî TL rekoreke dîrokî şikand û gihîşt 4.0375. Danê sibehê jî derbasî asta 3.9673 bû. Euro jî li dora 4.8919 ye. Euro jî rekor şikand.
Di nava welatên ku pereyê wan li pêşberî Dolar û Euro herî zêde bê qîmet bûne, Tirkiye di rêza destpêkê de ye.
HIKUMET BI FIKAR E
Hikumeta Tirk jî tevî ku tirs û fikara xwe veşêre jî, di nava panîkê de ye. Serşêwirmendê Serokkomarê Tirk Cemil Ertem îro daxuyaniyek da û got, "Ne bawerim ku bi taybetî di qada enerjiyê û mijarên din ên stratejîk de DYA dest ji Tirkiyeyê berde."