Lîrayê Tirkan li hemberî dolar û eûro hildiweşe

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan her çiqasî mudaxele dike û hikumet lîstikên balguherandinê çêdike jî, lîrayê Tirkan hildiweşe. Lîrayê Tirkan li hemberî dolar û eûro di rewşeke gelekî xerab de ye.

Lîrayê Tirkan li hemberî eûro û dolar her ku diçe têk diçe û dihele. Daxuyanî û hêvî jî nikare lîrayê Tirkan zindî bike.

Lîrayê Tirkan li hemberî eûro ji çar paran parek winda kir. Sînorê eûro yê 5 lîra êdî gelekî nêz bûye. A niha euro 4.94 lîra ye û dolar jî 4 lîra derbas kiriye.

Lîrayê Tirkan ê ku ji zû ve ye têk diçe, ji ber fikarên şerê bazirganî yê di navbera DYA û Çînê dîsa ket. Ji ber van fikaran veberhênan berê xwe didin qadên ewle. Li gorî hesasiyetên dovîzan ê di malpera forex-qûebecê wê lîrayê Tirkan hê jî bikeve.

Malpera Forex-quebecê got ku, “Heke mirov rexneyên serokkomar Erdoğan ên li ser faîzan jî têxe nav meseleyê, ji ber ku tevdîrên şênber tune, fikarên li ser serbixwebûna bankayan zêde dibe.”