Lîga Ereb: Cenevre-2 dê di 23'ê Mijdarê de pêk were

Lîga Ereb: Cenevre-2 dê di 23'ê Mijdarê de pêk were

Lîga Ereb da xuyakirin ku Cenevre-2 dê di 23'ê Mijdarê de pêk were. Mûxalefeta Sûriyê ya bi piştevaniya Tirkiyê wê di hefteya pêş de li Stenbolê civînê lidar bixin û diyar bikin ka beşdarî Cenevre-2 bibin an na. Dîplomat hewl didin rejîma Sûriyê û mûxalefetê li dora heman maseyê bicivînin.

Wezîrên 11 welatên Rojavayî û Ereb, dê roja Sêşemê li paytexta Îngilîstan Londonê bên cem hev û amadekariyên konferansê binirxînin. Çavkaniyekî-e dîplomatî got, "Di civîna li Londonê de wê wateya Konferansa Cenevreyê bê zelalkirin." Heman çavkanî ragihand ku Konseya Neteweyî ya Sûriyê di fêmkirina hin mijaran de zehmetiyan dikşîne. Tê payîn Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) John Kerry jî beşdarî civînê bibe.

Çavdêrên navneteweyî diyar dikin ku Cenevre-2 hinekî zehmet e. Tê gotin ku rewşa perçebûyî ya mûxalefeta Sûriyê, ne zelaliya wan a ji bo beşdariyê, dê bandoreke neyînî li konferansê bike. Mûxalefetê di mijara pêvajoya derbasbûyînê de hînê li hev nekiriye.