Serçeteyê DAÎŞ’ê yê lê digeriyan derket holê li Tirkiye hate girtin

Rayedarê Iraqî daxuyaniyek da, ragihad ku di encaam operasyona servîsa îstixbaratê ya Iraqê ya li Tirkiye pêk anî de, serçeteyê DAÎŞ’ê Samî Casim El Cabûrî girtine.

Serokwezîrê Iraqê Mûstefa Kazimî li ser Twîtterê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku serçeteyê DAÎŞ’ê Samî Jasim el Cabûrî ku weke alîkarê şefê berê yê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bexdadî dihate zanînd, di operasyoneke îstixbarata Iraqê ya li derveyî sînorê wê hatiye girtin.

Kazimî eşkere nekir ku çeteyê DAÎŞ’ê li kûderê hatiye girtin û got: “Lehengên hêzên ewlekariyê hilbijartin parastin’ diyar kir ku ev yek rastî hilbijartina pêşwext a roja Yekşemê pêk hat.

Lê yek ji rayedarên leşkerî yên Iraqê di asta jor de ji AFP’ê re axivî, li ser şert û cihê operasyonê agahî zêdetir neda, lê got ku li ‘Tirkiye’ hatiye girtin.

Dewleta Tirk a çeteyê DAÎŞ’ê di nava xwe de veşartî, ti daxuyaniyek yan jî nerazîbûnek nîşan ne daye.

Li gorî daxuyaniya hêzên ewleakriya hundirîn a Iraqê, Samî Casim el Cabûrî yek ji kesên herî zêde di qada navneteweyî de lê dihate gerîn, heamn demê yek ji kesê herî nêzî serokê niha yê çeteyan Ebû Îbrahîm el Haşimî El Qoûrachî ye. El Cabûrî berpirsê dosyayên aborî û malî yên DAÎŞ’ê ye jî.

Piştî Bexdadî xwe weke ‘xelîfe’ îlan kir û şûnde bi çend hefteyan Samî Casim El Cabûrî ‘Serokê Konseya Şerîat û Fermandarê duyemîn ê Mûsilê yê başûrê Iraqê’ yê DAÎŞ’ê bû.

Heman demê Cabûrî li Mûsilê ‘alîkarê’ DAÎŞ’ê, erka maliyeyê ya DAÎŞ’ê, heman demê ji firotina petrol, gaz, tiştên kevnare, firotina madeyên berpirs bû.

Wezareta Karê Derve ya DYE’yê ji bo agahiyek li ser Samî Casim el Cabûrî bê girtin xelatek 5 milyon dolar diyar kiribû.

Sala 2015’an hikûmeta DYE’yê navê wî xistibû nava lîsteyên kurewî yên taybet lê tên gerîn.