Li Zurîhê ji bo komkujiya Parîsê çalakiya nobetê

Li Zurîhê ji bo komkujiya Parîsê çalakiya nobetê

Li bajarê Wînterthur yê Swîsreyê ji bo komkujiya Parîsê bê ronî kirin, ji aliyê endamên Meclisa Jinan ya Bêrîtan ya Zurîhê çalakiya nobetê li darxistin.

Jinên endamên Meclisê ku îro di demjimêr 15’an de li navenda Wîntherthurê hatin gel hev, çalakiya nobetê ya ji bo ronîkirina 3 jinên Kurd yên li Parîsê hatibûn qetilkirin hate destpêkirin, dan berdewam kirin. Jinên ku di çarçoveya kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin, îmze komkirin, her wiha di derbarê kampanya û pêvajoya piştî komkujiya Parîsê agahî dan.

Endamên Meclisê dane diyarkirin ku, eleqeya Swîsreyiyan ji çalakiya nobetê re zêde dibe û gotin: “Bêy ku em bêjin berf yan zivistane heta berpirsên komkujiya Parîsê derkevin hole em dê li vir bin.”