Li Zurîchê resepsiyona Newrozê
DEM-KURD'ê ji bo Newrozê li Zurîchê resepsiyonek da.
DEM-KURD'ê ji bo Newrozê li Zurîchê resepsiyonek da.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (DEMK-KURD), li bajarê Zurîch ê Swîsreyê ji bo Newrozê resepsiyonek da.
Di resepsiyonê de ji delegasyona Newrozê ya ku çû Kurdistanê Maya Hess, Susanne Schafer, Bîgna Rambert, endamên Meclîsa Şaredariyê ya Zurîchê Ezgîn Akyol û Mûammer Kûrtûlmûş û hunermend Kawa Ûrmiye amade bûn.
Endamên delegasyona Newrozê, di resepsiyonê de çavdêriyên xwe gotin: "Li gel zext û zordariyan jî li kuçeyan ji bo Newrozê banga tevlîbûnê hebûn û gel jî bersiv da van bangan. Em heyranî biryardarî û enerjiya gel bûn. Ji bo çareseriya pirsa Kurd divê ji bo azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî em hemû tevbigerin."