Li Zanîngeha Stenbolê êrîş û binçavî

Li Zanîngeha Stenbolê êrîş û binçavî

Li zaningeha Stenbolê koma bi navê "Ciwanên Misilman" careke din êrîşî xwendekarên demokratîk û welatparêz kirin. Piştî bûyran hêzên çevîk ketin hewşa fakulteyê û herî kêm 25 xwendekarên demokrat û şoreşger binçav kirin.

Li Zanîngeha Stenbolê rojên borî komek xwendekarên bi navê "Ciwanên Misilman (Mus Genç)" li dijî xwendekarên welatparêz û demokratîk bi satore û keviran êrîş pêk anîbûn. Di êrîşê de li Fakulteya Wêje û Dîrokê ya Lalelî de 2 endamên Mus-Gençê hatibûn binçavkirin. Piştî geşedanan dîsa li Fakulteyê geşedan pêk hatin û polîsan mudaxeleyî xwendekaran kir. Di mudaxeleyan de 25 xwendekarên welatparêz, demokratîk û şoreşger hatin binçavkirin.

Polîs ketin û derketina fakulteyê xist bin kontrolê û destûr neda ku kes têkevin hundir û derkevin. Hat zanîn ku, dibe hêjmara xwendekarên hatine binçavkirin zêde bibe.