Li Zanîngeha Bernê çalakiya ji bo Rojava

Li Zanîngeha Bernê ji bo berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek hate kirin.

Kolektîfa ji xwendekarên zanîngehên Swîsreyê çalakî pêk anî û Komîteya Rojava ya Bernê jî tevlî bû.

Piştî axaftina nûnerên kolektîfa xwendekaran bi navê Heyva Sor a Kurdistanê ya li Swîsreyê axaftin hate kirin û hate bibîrxistin ku dewleta Tirk û komên wê yên çete êrişî Bakurê Sûriyeyê dikin ku gel bidin koçberkirin.

Di çalakiyê de qala karê Heyva Sor ê ji bo alîkariya li herêmê hate kirin.

Piştre jî nûnerê Komîteya Rojava ya Bernê axivî û got, "Em ê tevî gelê Kurd Rojava biparêzin."

Piştre fîlmê "Qamishlo Mittendrin" hate nîşandan ku qala çavdêriyên aktîvîsta Swîsreyî Arîna Heûssler ên li Qamişloyê dike.