Li Yusufiyê çalekiya YPG’ê ya li dijî komên çetan
Li Yusufiyê çalekiya YPG’ê ya li dijî komên çetan
Li Yusufiyê çalekiya YPG’ê ya li dijî komên çetan
Hêzên YPG’ê li gundê Yusufiyê yê girêdayî Girkê Legê li dijî komên çete çalakiyek lidar xist.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê bi dest ketine, hêzên YPG’ê îro serê sibehê saet derdora 03.45’an de li gundê Yusufiyê yê dikeve başûrê Girkê Legê li dijî komên çete çalakiyek lidar xist. Hate gotin ku di çalakiyê de şerê dijwar derket û heta saet 05.00’an dom kir. Hate gotin ku di encama çalakiyê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûne, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Duh hatibû gotin ku komêm çete ên bi navê Ebabîl El Şam, DAIŞ û Eniya El Nusra ev 2 rojin hêzên xwe li gundên Girhok û Yusufiyê kom dikin û amadekariya êrîşan dikin