Li Yewnanîstanê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kampa Koçberan a Lavrîon a Yewnanîstanê hat pîrozkirin.

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kampa Koçberan a Lavrîon a Yewnanîstanê hat pîrozkirin.

Bi sedan Kurdistaniyên li kampa Lavrîonê bi armanca pîrozkirina 4’ê Nîsanê tevahiya kampê ji serî heta binî bi posterên Ocalan û rengên kesk, sor û zer xemilandin.

Berdevkê Kampa Koçberan di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku Ocalan ji bo gelê Kurd jiyan û ked daye, ji bo azadiya gelê Kurd her tişt kiriye.

Berdevk di axaftinên xwe de anî ziman ku sala 2016’an, sala azadiya Ocalan e. Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Îmraliyê” hatin gotin. 

Di pîrozbahiyê de zarokan wek dar çandin û bi stran û govendên koman ve şahî heta saetên derêng berdewam kir.

...