Li Yêrîvanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Ermenistan Yêrîvanê bi tevlîbûna Mala Gel hate pîrozkirin.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Ermenistan Yêrîvanê bi tevlîbûna Mala Gel hate pîrozkirin.
Li paytexta Ermenistan Yêrîvanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.
Pîrozbahî ji aliyê Şewra Gelê Kurd, Komîteya Kurdistanê û Yekîtiya Jina Azad li Mala Gel hate organîzekirin.
Pîrozbahî bi civînek ya derbarê rojê ve dest pê kir. Li ser navê Yekîtiya Jina Azad Çîçek Rizgar, hevserokê Şewra Gelê Kurd parlementer Kinyas Hasanov û helbestvan Seyran Celad her axivîn.
Di axaftinan de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin û hate gotin, “Rojbûna Rêbertî di heman demê de weke gel roja xwenaskirin û li ser vê bingehê avakirina hebûniyê ye. Ji bo vê rojbûna Rêbertî rojbûna me ye jî. Wateya rojbûna Rêbertî bi taybetî ji bo jinan hê mezintir e.”
Di axaftinan de bal hate kişandin li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî û bang li saziyên navnetewî hate kirin ku bi erka xwe rabin.
Pîrozbahî bi gerandina govend û danîna daran ya li “Baxçeya Rêbertî” bi dawî bû.