Li Yemenê rageşî mezin dibe: Keştiya petrolê hate desteserkirin

Di demekê de ku li Yemenê şerê navbera Hûsiyan û hikumeta Mansûr Hadî ya bi piştgiriya Erebistana Siûdî kêm bû, tankereke petrolê ya ji Siûdî ji aliyê Hûsiyan ve hate revandin.

Berdevkê Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdî Turkî el Malîkî diyar kir ku keştiyeke lêgerîna petrolê ya ku li başûrê Derya Sor bû ji aliyê Hûsiyan ve hate desteserkirin. El Malîkî ji ajansa nûçeyan a Siûdî SPA'yê re axivî û diyar kir ku keştiya 'Rabîgh3' ya Siûdî keştiyeke petrolê ya şîrketeke Koreya Başûr bû.

Li gorî rayedarê Siûdî keştiya lêgerîna li petrolê Yekşemê hate desteserkirin. Yek ji serkêşên milîsên Hûsî Mohammed el Hûsî der barê mijarê axivî û piştrast kir ku keştiya petrolê hatiye desteserkirin. El Hûsî her wiha 'gumana' xwe ya der barê bûyerê anî ziman û ragihand, dema ku eşkere bû ku keştî ya Koreya başûre wê bê radestkirin.