Li YE’yê serkeftina mêşan!

Li YE’yê serkeftina mêşan!

Li welatên Yeketiya Ewropayê ku jehra kêzan ya curê neonicotinoid di qada gerdûnî weke berpirsyarê kêmbûna mêşan tê girtin, hate qedexekirin. Ev serkeftin weke serkeftina lobiya moza tê nirxandin.

Li rexmî muxalefeta hişk ya 12 welatan ku Îngiltere jî nav de ye, YE duh bi biryarekê jehra kêzan ya bandorê li şêniya mêşan dike qedexekir. Li rexmî lobiyên mezin yên gelek şîrketên kîmyayê, çav lê ye ku biryara hatiye kirin di meha Kanûnê de bikeve meriyetê.

Ji Komîsyona DYA’yê komîserê ji tenduristiyê berpirs Tonio Borg di daxuyaniya dayî de aşkera kir ku, mêş ku yek ji aktorên sîstema eko ya di welatên Ewropayê de ye dê li gel vê qedexeyê bêne parastin. Brog anîziman ku, li zeviyên Ewropayê mêş her sal 22 milyar euro sûdê didin û diyarkir ku, dê piştî meha Kanûnê qedexe bikeve meriyetê.

Yek ji şîrketên herî zêde di qedexekirina jehra kêzan de bandor bibe Bayere û balkêş bû ku di dengdanê de Almanyayê dengê erê bikaranî. Bayer yek ji şîrketên herî mezin yên li dijî kêzan jehra imidaclprid û clothianidin bikartine ye.

Heya niha di zêdetirî 30 lêkolînên zanistî yên hatîn kirin de, jehrên ku bandorê li ser sîstema sînîra kêzan bandorê dike, dibe sedem ku şêniya mêşan kêm bibe.