Li Xelfetiyê 10 kes hatin girtin

Li Xelfetiya ku şaredariya wê hat desteserkirin, ji 16 kesên ku bi êşkenceyê hatin binçavkirin zarokek jî di nav de 10 kes hatin girtin, 6 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Li navçeya Rihayê Xelfetiyê, di berxwedana li dijî desteserkirinê de zarokek jî di nav de 16 kesên ku di 5-6’ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.

Dozgeriyê her kesê ku hatî binçavkirin bi îdîaya “Li dijî polîsan derketin” û “Tevî ku ne endamê tevgerê ye alîkarî didin” sewqî dadgeriyê kirin.

16 kesan di îfadeyên xwe yên dadgeriyê de diyar kirin ku ew beşdarî çalakiya li dijî qeyûman bûne û dema hatine binçavkirin li qereqolê rastî êşkenceyê hatine.

Desteya Dadgehê derbarê G.G. (17), Yûsûf Yeşîltepe, Mahmût Demîr, Azîz Çetîntaş, Sever Yalçinkaya, Muhammed Saît Gorgun, Kerem Bîlgîn, Bêrîvan Kocaoglû, Bûrçîn Satici û Mizgîn Çîftçiyê de biryara girtinê da.

Adle Fîdan, Yilmaz Bîrgul, Serhat Topkan, Mûsa Yalçinkaya, Mûhammed Algaç û Elîf Yalçin jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.