Li Xaçortê serdegirtina malan

Tîmên taybet li Taxa Xaçortê ya Wanê gel derb kirin, heqaret kirin û piştre jî bi ser 3 malan de girtin.

Tîmên taybet li Taxa Xaçortê ya Wanê gel derb kirin, heqaret kirin û piştre jî bi ser 3 malan de girtin.

Danê êvarî tîmên taybet bi dehan wesayîtên zirxî û kar, Taxa Xaçortê ya navçeya Îpekyolu ya girêdayî Wanê dorpêç kirin. Di ketina taxê de tîmên taybet bi axaftinên “Ka hûn li ku ne parçekerno” heqaret li gel kirin, jinek ciwan a paşnavê nehate diyarkirin Jiyan, ji ber hat derbkirin ji ser hişê xwe çû. Piştre polîsan bi ser 3 malan de girtin, deriyên malan şkandin û her der belav kirin. Bi saetan li malan lêkolîn kirin, dorpêça wan hê jî li taxê didome.

Li hember dorpêça polîsan, gel bi çalakiya dengderxistinê bertekên xwe nîşan da.