Li wezareta Dadê der barê şîdeta li hember jinê agahî nîne!
Li wezareta Dadê der barê şîdeta li hember jinê agahî nîne!
Li wezareta Dadê der barê şîdeta li hember jinê agahî nîne!
Wezîrê Dadê Sadullah Ergî bersiv da pêşnûmeyekê û got der barê şîdeta li ser jinan de li wezareta dadgê îstatîstîk tunene.
Ergîn pêşnûmeya ku parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu dabû bersivand.
Ergîn bersiv da pirsa; Ji sala 2000’î heta 2012’an hejmara şîdeta li hemberî jinan çiye? Wiha got: “Di Qanûna Cezaya Tirk de ji bo çalakiyên şîdetê yên li hemberî jinan, ji sererastkirineke taybet nîne, ji ber ku îstatîstikên edlî wek sûc û bersuc tên destgirtin, ji ber ku mexdur esas nayê girtin û agahî nayên berhevkirin û her wiha cureyên sûcên cuda di çarçoveya şîdeta li hemberî jinê tê nirxandin, di wezareta dadê de der barê şîdeta li hemberî jinê de îstatîstik tune.”
Li gorî daneyên Ergîn dane di navbera 2002-2012’an de dozên dest ji hevberdanê zêde bûne.
Li gorî vê di 2002’an de 153 hezar û 409; di 2003’an de 185 hezar û 414; di 2004’an de 156 hezar û450; di 2005’an de 156 hezar û 577; di 2006’an de 155 hezar û 182; di 2007’an de 166 hezar 271; di 2008’an de 175 hezar û 173; di 2009’an 194 hezar û 959; di 2010’an de 201 hezar û 53; di 2011’an de 200 hezar û 767 û di 2012’an de jî 190 hezar û564 dozên destberdanê hatine vekirin.