Li Washingtonê ahenga piştevaniya bi Rojava re

Li Washingtonê ahenga piştevaniya bi Rojava re

Li paytextê DYA Washingtonê roja borî bi tevlîbûna gelek Kurd û dostên gelê Kurd ahengek ji bo piştevaniya bi Kurdên Rojava re pêkhat.

Li Washingtonê di serî de nûnertiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), ji çarperçeyên Kurdistanê sazî û dezgeh û ji gelek eyaletên DYA’yê Kurd tevlî ahenga şevê bûn.

Di şeva ahengê de tabloyên resamê Kurd Luqman Ehmed hatin firotin û dahat wan dê ji Rojava re bişînin.

Di şeva ku axaftin li ser girîngiya tekoşîna li Rojava tê dayîn hatin kirin de hunermend Hozan Comerd, Delîl Dîlaner û Hozan Fuad bi stranên xwe silav li Rojava kirin û balkişandin ser yeketî û hevgirtinê.

Şev bi sirûda Herne Pêş ku Hozan Comerd û girseyê bi yek dengî got bidawî bû.