Li Wargeha Ş. Rustem, bîranîna Cûdî, Botan û Koçgirî

Li Wargeha Ş. Rustem, bîranîna Cûdî, Botan û Koçgirî

Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî, Endama Meclîsa PKK'ê û Endama Konseya Leşkerî ya HPG'ê Çîçek Botan, Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Rustem Cudî û Endamê Meclîsa PKK'ê û Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Elîşêr Koçgirî li gel 11 gerîlayên ku di Cotmeha 2011'an de ji ber êrîşeke hewayî ya artêşa Tirk a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dan, li saziya malbatên şehîdan hatin bi bîranîn.

Merasîma bîranînê îro di saet 8:00’ê sibehê de li saziya malbatên şehîdan a wargeha Ş.Rustem Cudî (Mexmûr) hate darxistin. Merasîm bi beşdariya sedan endamên saziyan û şêniyên wargehê, bi girtina deqeyek rêzgirtin ji bo hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê destpêkir. 

Di 2. salvegera ji dest dayîna jiyana Endama Konseya Leşkerî ya HPG'ê Çîçek Botan, Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Rustem Cudî û Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Elîşêr Koçgirî û 11 gerîlayên HPG'ê de, endamê Kordînasyona Meclîsa Gel Cîhan Eren li ser giringiya rojê ji gel re axaftin kirin.

Cîhan Eren di merasîma bîranînê de li ser gêrîlayên ku di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane axaftin kirin û wiha got: “Em wekî Kurdên azad û Kurdên welatparêz, herdem du tiştên bingehîn ji xwe re esas digrin. Em li ser wan her du nirxan sond jî dixwin, ev her du nirxên herî giring jî ji bona me Şehîd û Rêbertiya me ne. Ji ber ku dema em van her du nirxan bibîr tînin, di heman demê de em hemû nirxên xwe yên din jî di nava wan her du nirxan de dibînin.”

Herwiha Eren di berdewama axaftina xwe de bal kişande li ser rolê Rustem Cudî, Çîçek Botan û Elîşêr di nava têkoşîna azadiyê de û wiha got: “ Ev heval ji bo têkoşîna azadiyê wekî sembol bûn, ji ber ku di demên herî zor û zehmet, di nava têkoşînê de di nava berpirsyartiyên mezin de cihê xwe girtin û rolekî xwe yên berbiçav û serketî hebûn.”

Di dawiya axaftina xwe de jî Eren got: “ Di şeva 28’ê Îlona 2011’an de di encama êrîşekî mezin ya hewayî de, bi  16 firokeyên cengê yên artêşa dagirker a Tirk li ser herêmên Xinêre û Xakurkê hate li darxistin, di dema êrîşê de heval di civînê de bûn. Di encama êrîşê de 11 gerîlayan bi bêbextiyeke mezin jiyana xwe ji dest dan.  Hevalên di encama êrîşê de jiyana xwe ji destdan jî; hevalê Rustem Cudî, Çîçek Botan, Elîşêr, Rozerîn, Xebat, Marya, Amara bi tevahî 11 gerîla ne.”

Di dawiya axaftina endamê Kordinasyona Meclîsa Gel a Wargehê Cîhan Eren de, girseyê bi yek dengî duruşmên “ Şehîd Namirin”, “ Bijî Serok Apo” berz kir û merasîm bi dawî bû.