Li Wargeha Mexmûr ji bo gêrîla Cuma Goyî mewlûd hate dayîn

Li Wargeha Mexmûr ji bo gêrîla Cuma Goyî mewlûd hate dayîn

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo gêrîlayê HPG’ê Cûma Goyî mewlûd hate dayîn. Di mewlûda gêrîla Cûma Goyî de jimarek qerebalix ya wargehê tevlîbû û soza şopandina bîranîna gêrîla hate dayîn.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di yekem salvegera şehadeta gêrîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Cûma Goyî ê binasnav Serbest Unver ku sala 2012’an de li hember qereqola Harûna ya navbera navçeya Gever û Şemzînan ya Colemêrgê de çalakiyekî fedaiyane pêkanî bû li gel 7 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû, mewlûde hate dayîn. Mewlûd duh êvarê di demjimêr 18:00’an de bi beşdariya malbat,endam û rêvebirên Meclîsa Gel û sedan şêniyên wargehê hate li darxistin. Konê ku ji bo mewlûdê hatibû vedan bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û gêrîllayê HPG’ê Cûma Goyî hatibû xemilandin.

Di mewlûdê de li ser navê Meclîsa Gel ya Wargeha Şehîd Rûstem Dr. Mehsum Amed li ser pekrewanên ku di tekoşîna rizgariya demokratîk de jiyana xwe ji dest dane axaftinek kir û ew bibîr xistin. Amed got: “Yek ji van pekrewanên gelê Kurd jî rêheval Cûma ye.” Mehsum Amed çalakiya ku gêrîla Cûma Goyî û 7 hevalên wî têde jiyana xwe jidest dabûn, a li ser qereqola Harûna wekî riya vekirina çareseriya demokratîk binav kir û diyarkir ku: “Ev çalakiya ku ji aliyê heval Cûma û hevalên wî ve pêk hat, tenê  ji aliyê  mirovên bi hêz, wêrek û pekrewan ve di kare were kirin. Ew çalakî qasî ku tirs xiste dilê dijmin, ewqas ji bo azadî û çareseriya gelê Kurd jî rê vekir. Ji ber wê rastiyê ev çalakiyekî fedayî û serkeftiye.”  Amed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya ku gelê Kurd têde  derbas dibe û da diyarkirin ku, ew ê giredayî xeta şehîda bin û heya dawî li ser armanc û bîranîna şehîda tekoşînê bi meşînin.

‘CÛMA ŞEHÎDÊ GELÊ KURDE’!

Li ser navê malbata gêrîlla Cûma Goyî jî bav Emîn Tahir û birayê gêrîla Lezgîn Unver axaftin kirin û gotin: “ Em wekî malbat bi şehadeta Cûma ser bilind in û em dibêjin bila serê gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd sax be. Em soz didin em di doza şehîd Cûma û hemû şehîdên rêkxistina azadiyê de bimeşîn û li nirx û doza wan xwedî derkevin. Heval Cûma ne tenê şehîdê me ye, ew di ber tekoşîna gelê Kurd de xwe fedakir kir. Ji ber wê rastiyê jî heval Cûma ne tenê şehîdê me ye, şehîdê gelê Kurd e.”

Piştî axaftinên  malbatê qediyan,sînevîzyona ku hatibû amadekirin ji girseyê re hate nîşandan. Sînevîzyon ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên li ser şehîdan û beşek ji sînevîzyonê jî li ser jiyan û serpêhatiya gêrîlla Cûma Goyî hatibû amade kirin, nîşanî gel hate dayîn. Di dema temaşe kirina sînevizyonê de gel û bitaybet dayîka gêrîla Cûma kêliyên hestiyar jiyan kir.

Piştî temaşe kirina sînevîzyonê xwarina ku ji bo mewlûdê hatibû amade kirin, hate dayîn û di dawiyê de jî bi sloganên “Şehîd namirin”, “Bijî rêber Apo”, “ Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” hatin qîrkirin û mewlûd bi dawî bû.