Li Wanê şirketên Erdogan jî dest bi diziyê kirin!

Di demekê de Serokkomarê Tirk Erdogan di bin navê ‘bexşînê’ de pere ji gel kom dike, li Wanê şirketa gaza xwezayî di nava meha Adarê de şandina fatûreyan a ji bo aboneyên xwe rê li ber neraziyan vekir.

Li gel derxistina bi hezaran karkerî ya ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin derxistin bêkarî gihişt asta herî zêde. Li Wanê û navçeyên wê yên bêkarî û hejarî ji sedî 85 zêde bû di nava meha dawî de gelek kes ji ber mijara aborî dawî li jiyana xwe anî.

BI SEDAN KES BÊ KAR HIŞTIN

Qeyûmê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dagir kir bi sedan karker ji kar derxist û tevî biryara dagehê jî ezmûnên 250 karkerî weke serneketî hatin nîşandan û girtina karkeran red kir.

MIROVAN HEJAR DIKE Û BER BI ÎNTIXARÊ VE KAŞ DIKIN

Mesût Babat ê ji aliyê qeyûm ve sala 2016’an ji kar hate avêtin û di sala 2019’an de ji aliyê şaredariya HDP’ê ve dubare hate girtina kar û vê carê bi îdîaya lêpirsîna ewlekariyê ya ji aliyê Walîtiya wanê ve ji kar hate derxistin întixar kir û dawî li jiyana xwe anî.

BI ERDOGAN RE DEST BI DIZIYÊ KIRIN

Li aliyekê qeyûm dibin sedemê bêkarî û mirinê, li aliyê de Kargeha Belavkariya Gaza Xwezayî a Aksa ya Wanê ku bi nêzîkbûna xwe ya bi desthilata AKP’ê ve tê zanîn di nava meha Adarê de ji bo aboneyê xwe du carî fatûre şandin.

Welatiyên ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê ji malên xwe dernakevin, hê nekarîn fatûreya yekem bidin, hatina fatûreya duyan rê li ber nerazîbûnan vekir.

Waniyan anî ziman ji ber şewba vîrûsê nikarin ji malên xwe derbikevin bal kişandin piştî kampanyaya Erdogan a ‘bexşîn’ şirketa gaza xwezayî cara duyem fatûre ji bo wan şandine.

Welatiyekê diyar kir ku her serê mehê carekê fatûre tê û got: “Heta niha tiştekî wilo tinebû. Çawa dibe di mehek de du carî fatûre bê. Divê di şertên wiha de dewlet li me binêre, dewletê çav berdaye pereyê di berîka me de. Fatûreyên hatî di nava dîroka 20’ê Adarê û 1’ê Nîsanê de ye. Çawa fatûre ji bo 10 rojan tê. Me hê fatûreya din heqê wê nedaye ka em ê vê çawa bidin. Ne tenê şirketa gaza xwezayî, şirketên din jî peyam dişînin û dixwazin fatûreyan bidin. Em nikarin ji mal derkevin û ketina qirika ruhê xwe, ew ketine derdê pereyan.”