Li Wanê nobeta demokrasiyê: AKP êdî ne meşrû ye
Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê mehek li dû xwe hişt. Parlementera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari di çalakiyê de axivî û diyar kir ku AKP êdî ne meşrû ye.
Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê mehek li dû xwe hişt. Parlementera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari di çalakiyê de axivî û diyar kir ku AKP êdî ne meşrû ye.
Nobeta Demokrasiyê ku li dijî qeyûmên tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wanê û Mêrdînê hatin kirin, dest pê kirib, mehek li dû xwe hişt. Çalakiya li Wanê her roj bi tevlibûna komên cuda berdewam dike. Çalakiya rûniştinê ku îro jî li ber Şardariya Rêya Armûşê hat lidarxistin.Di çalakiyê de parlamenter Mûazzez Orhan, Murat Sarisaç, Hasan Ozguneş, Kemal Bulbul, Tulay Hatîmogullari, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredar û bi sedan welatî amade bûn.
Di çalakiya ku hat lidarixistin de parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari axivî û wiha got: "Meseleya qeyûma tenê ne ya Kurdistanê ye û ne tenê ya şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirine jî. Berxwedana li hember qeyûman ya li hemer îktîdara ku darbeya 15'ê tîrmehê ji bo xwe wekî lutfa xuda dibîne ye. AKP û MHP'a ku meşrûbûna xwe ji hilbijartinan digirtin bi tunehesibandina hilbijartinan re meşrûbûna wan bi dawî hatiye. Werin em mifteya aştiyê bibînin û li ber îktîdarê daynin."
Hatîmogullari bal kişand ser çalakiya dayikên li ber avahiya AKP'ê ya Stenbolê û ya HDP'a Amedê ku rûniştine jî kir û wiha got: "Ez dibêjim werin em laçikên xwe yên spî bikin yek û di serî de doza Kurdan, hemû pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin."
Piştî daxuyaniya ku hat dayîn bi minasebeta meha Mûharemê li çalakgeran aşûre hat belavkirin. Çalakî bi dirûşmeya, "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" bi dawî bû.