Li Wanê 7 kes hatin girtin
Di operasyona siyasî de ya ku dewleta Tirk li Wanê kiribû, ji nav 28 kesên hatibûn destgîrkirin 7 kes hatin girtin.
Di operasyona siyasî de ya ku dewleta Tirk li Wanê kiribû, ji nav 28 kesên hatibûn destgîrkirin 7 kes hatin girtin.
Di 27’ê Mijdarê de li Wan, Xarpêt û Mûşê polîsan girtibûn ser malan û 28 kes destgîr kiribûn.
Ji nav van 28 kesan Ferhat Azan, Fatîh Fîdan, Sînan Ozturk, Vedat Ayaz, Arjîn Tûncer, Şiyar Beyaz, Denîz Adar Eldemîr li Hakimtiya Cezayê Sulhê hatin girtin. 12 kes bi şertê kontrola edlî û 9 kes jî yekser serbest hatin berdan.