Li Viyanayê meşa li dijî zextan

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, antîfaşîst û ciwanên Kurd li dijî zexta polîsan û dewletê meşiyan.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, destgîrkirina antîfaşîstan ku dema dawî zêde bûye hate şermezarkirin.

Ji bo destgîrkirinê jî berxwedana li dijî faşîstên Tirk a li herêma 10'an a Viyanayê û çalakiyên li dijî Rheînmetallê weke hincet tên nîşandan. Zext ûêrişên dewleta Awûstûryayê û polîsên Awûstûryayê yên li dijî antîfaşîstan doh li Stephansplatzê saet di 19:00 de bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin.

Li gel rêxistinên çep û sosyalîst, Tevgera Jin ên Ciwan ên Têkoşer û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kurd jî tevlî meşê bûn. Ciwanên Kurd pankarta bi nivîsa "Li dijî tecrîd û faşîzmê bi hev re Serhildan" hildan û peyama xwe di meşê de dan.

Meş li Heldenplatzê bi dawî bû.