Li Viyanayê meşa li dijî tecrîdê û terora AKP'ê

Ciwanên li Viyanayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û terora AKP'ê meşiyan.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Ciwanên Azad bi şiyara "Rêberê Azad, Kurdistana Azad" meşeke bi meşaleyan lidar xistin.

Girseya gel a li ber avahiya operas li hev civiya, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û terora dewletê şermezar kir.

Çalakger ji vê derê heta Konsolosxaneya Tirk meşiyan, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Terorîst Erdogan" û "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan û belavok belav kirin.

Li ber avahiya Konsolosxaneyê li ser navê girseya gel daxuyaniya hat dayîn û hat gotin, "Em qebûl nakin ku Rêberê me di nava tecrîdê de were ragirtin. Em bang li dewleta Tirk dikin ku di serî de Rêber Apo hemû girtiyên siyasî serbest berde."

Komek ji çalakgeran jî danê sibeyê çûn navenda Yekîtiya Ewropayê ya li Viyanayê û der barê tecrîda li ser Ocalan de dosyayek pêşkêş kir.

...