Li paytextê Awûstûrya Viyana û bajarê Innsbruckê kesên di komkujiyên 19’ê Kanûnê li Girtîgehê, Mereş û Roboskiyê jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn.
Li bajarê Innsbruck yê Awûstûryayê yekemîn salvegera Komkujiya Roboskiyê û 34’mîn salvegera Komkujiya Mereşê hatin şermezarkirin. Di çalakiya roja Yekşemê li navenda bajar pêkhat de, dowîz û pankartên komkujî protesto kirin û daxwaza darezandina berpirsyaran dikirin hilgirtin. Di çalakiyê de ji bo azadî û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa îmzeyan hate vekirin.
Platforma Mafên Demokratîk ya li Awûstûryayê ku ji ATÎGE, KÎB, ADHF, Komeleya Çanda Xweza ya Dêrsimê, Navenda Çanda Elewiyan ya li Awûstûryayê û AGÎF’ê pêktê li paytext Viyanayê biboneya Komkujiya 19’ê Kanûnaê ya li Girtîgehê û Komkujiya Roboskiyê merasimekî bibîranînê pêkanî. Bîranîna ku li Stephans Platzê pêkhat, wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Ji bo her mirovê ku hatiye qetilkirin mûmek hate pêxistin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, komkujî polîtîkayek ya dewletê ye û berpirsyarên wan jî bitaybetî têne parastin.
Di belavokên bizimanê Almanî û Îngilîzî hatîn belavkirin de balkişandin ser rolê dewletên Ewropa û NATO ya di komkujiyan de.