Li Ûkraynayê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
Kurdistaniyên li Khersonê dijîn, bi wesîleya 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitlên daran çandin.
Kurdistaniyên li Khersonê dijîn, bi wesîleya 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitlên daran çandin.
Kurdistaniyên li bajarê Ûkrayna Khersonê dijîn, ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev civiyan. Çalakî ji aliyê Komîteya Gelê Kurd ve hat organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir
Serokê Komîteyê Mûrat Abdoyan dûr li ser wate û girîngiya rojê axivî û işaret bi tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan kir. Abdoyan Dewleta Tirk ji bo tinekirina têkoşîna aadiyê ya Kurd serî li her rêbazên qirêj dide. Gelê Kurd têkoşîn derbasî hemû qadên jiyanê kiriye û bi vî rengî dewleta Tirk felç bûye. Girîng gelê Kurd li her çar aliyên cîhanê destekê bide serhildana gel a li Bakurê Kurdistanê û ji bo serketina vê serhildanê bi rengekî topyekûn li ber xwe bide."
Piştî axaftinan pasta rojbûnê ji aliyê zarokan ve hat birîn û beşdaran i ber stranên hunermendên herêmî û dahol û zirneyê govend gerand. Di dawiyê de jî Kurdistaniyan şitlên daran çandin.