Li Tuzluçayirê du çalakger hatin kêrkirin
Li Tuzluçayirê du çalakger hatin kêrkirin
Li Tuzluçayirê du çalakger hatin kêrkirin
Di xwepêşendanên protestoyî yên taxa Tuzluçayir ya Enqreyê de du xwendekarên lîseyê ji aliyê faşîstan ve hatin kêrkirin.
Kesên ji bo Ahmet Atakan bibîr bînin û projeya mizgeft-malacemê protesto bikin hatin cem hev rastî êrîşa polîsan hatin. Di pevçûnan de welatiyên belavî kolanan bûn, du kes ji aliyê faşîstan ve ku piştgiriya polîsan girtin, hatin kêr kirin. Kesek ji destê xwe û yên din jî ji çîma xwe hat birîndarkirin. Hat hînbûn ku kesekî ku birîndar bû endamê Dev-Lîsê ye. Hat hînbûn ku rewşa kesên hatine kêrkirin baş e û li taxê di navbera êrîşkar û kesan de pevçûn derketiye. Polîsan mudaxaleyê pevçûnê kir. Hat hînbûn ku kesên bi kêrê êrîşê welatiyan kirin û piştgriya polîsan girtin hatine binçavkirin.