BI DÎMEN

Li tunelên berxwedanê 8'ê Adarê: Gerîlayên YJA Starê bi coş pîroz kirin

Gerîlayên YJA Starê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tunelên berxwedanê bi coş û biryardarî pîroz kirin.

Pîrozbahiya bi coş û watedar bi bernameyeke taybet a gerîla destpê kir.

Di dîmenên pîrozbahiyê de tê dîtin, gerîla bi kelecan û coş amadekariyan dikin.

Gerîla ku rûyê hev bi pûşiyan dinixumînin, bi ken nîşaneya serketinê dikin û ji tunelê ber bi qada pîrozbahiyê ve diçin.

Li ber stranên Kurdî dirûşma 'Bijî Serok Apo' bilind dibe.

Li qada pîrozbahiyê di axaftinan de roja jinên kedkar ên cîhanê tê silavkirin û dilsoziya bi Rêber Apo û jinên berxwedêr re tê nîşandan.

Piştre gerîlayên jin bi hev re stranên Kurdî dibêjin û govendê digerînin.