Li Torontoyê qûrbaniyên Qirkirina Dersimê hatin bîranîn

Qûrbaniyên Qirkirina Dersimê ya sala 37-38’an, bi aktivîteyekî li bajarê Toronto yê Kanadayê hate lidarxistin ve hatin bibîranîn.

Aktivîte li avahiya komeleyê ya li Torontoyê hate lidarxistin. Di aktivîteya bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir de Cîhan Sonmez axivî û diyar kir ku qirkirin li ser fermana Mûstefa Kemal ve hate destpêkirin û hê jî hemû aliyên qirkirinê derketetiye holê. Sonmez daxwaz kir ku divê cihên cenazeyên Seyîd Riza û hevalên wî yên ku hatin darvekirin bên diyarkirin.

Piştre aktivîte bi helbestên li ser Dersimê hatin nivîsandin û xwendin û nîşandana sînevîzyonekê ve dewam kir.

Herî dawî jî Ahmet Îhvanî derket ser dikê û stran got.